Kolektîfa Kovara Pêşeng
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê îro li ber bendeke dîrokî rawestiyane. Li aliyekî, modernîteya kapîtalîst ku bêîdeolojiya nasnameyê, biyanîbûn û bêkokbûnê diafirîne; li aliyê din jî, mîrasa berxwedana gelê xwe ya bi sedsalan û lêgerîna azadiyê… Ciwan di navbera van her du rastiyên de asê mane, êdî bêalîbûn ne vebijêrk e. Yan di tarîtiya bêdeng a asîmîlasyonê de windabûn, yan jî vegerandina xwe ya bi hişmendî û hilbijartina vejîneke bi hiş… Kovara Pêşeng, tam di vê xala şikestina dîrokî de, ji hewcedariyeke rastîn derketiye holê.
Kovara Pêşeng ji bo çi heye?
Kovara Pêşeng, ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê nasnameya xwe ava bike, bi kokên xwe re têkiliyê deyne û rastiya dîrokî ya xwe fêm bike, heye. Ev kovar ne tenê weşanek e; ew helwestek, bangek û hişyariyek e. Pêşeng, ji bo bîranîna zimanê jibîrkirî, xuyakirina çanda hatî tepisandin û parastin û jiyîna nasnameya hatî xirabkirin heye.
Îro gelek ciwanên Kurd ên li Ewropayê mezin dibin, ji dîroka xwe hatine qetandin, ji zimanê xwe dûr ketine û di nav nasnameyên sexte yên pergalê de winda dibin an jî belav dibin. Pêşeng, li hemberî vê qetandinê ne tenê pirek e; ew bangeke rasterast a vegerê ye. Ew manîfestoya “xwe bûnê”, “xwe de mayînê” û “ji bo xwe hebûnê” ye. Yek ji armancên bingehîn ên Pêşeng jî ew e ku ciwaniya Kurd a li Ewropayê karibe hişmendiya xwe ya neteweyî û dîrokî derxe holê, biparêze û ber bi jiyaneke sosyalîst û komînal ve bibe.
Her wiha Pêşeng, armanc dike ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya kûr di nava ciwanên de hişmendiyê ava bike. Rastiya ku tu civak bêyî azadiya jinê nikare azad bibe, beşeke veqetandî ya nêzîkatiya bingehîn a vê kovarê ye. Ji ber vê yekê Pêşeng ne tenê ji ciwanan re, bi taybetî ji jinên ciwanên re diaxive; ew wan wekî pêşengên vê pêvajoya ji nû ve avakirinê dibîne.
Ji bo Pêşeng, civaka demokratîk ne tenê modelek siyasî ye; ew di heman demê de awayekî jiyanê yê exlaqî, azadîparêz û wekhevîparêz e. Di navenda vê jiyanê de azadiya jinê cih digire. Veguherîna civakî ya bi pêşengiya jinan, kilîta azadbûna ciwaniyê ye jî.
Ji ber vê yekê Pêşeng, rêxistiniya jinên ciwan, gotinê û rola pêşengiyê wekî erkekî stratejîk digire dest. Ji ber ku jinên pêşeng dibin, civaka veguherî jî tê wateya wê.
Armancên Pêşeng çi ne?
Armanca bingehîn a Kovara Pêşeng ew e ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji aliyê siyasî, çandî û birdozîk ve ji nû ve dest bigire. Ji ber ku nasname bi xweber nayê parastin; ew bi hişmendî, têkoşîn û rêxistiniyê tê jiyîn.
Di vê çarçoveyê de armancên kovarê ev in:
- Rakirina aloziya nasnameyê ya ku ciwanî tê re derbas dibe û li hemberî wê hişmendiyê pêşxistin,
- Ji nû ve vejandina ziman, çand û dîroka Kurd di nava ciwanan de,
- Li hemberî takekesiyê, çanda jiyana komînal û hevgirtinê xurt kirin,
- Fêmkirina civaka demokratîk di nava ciwanên de belav kirin û di hemû qadên jiyana civakî de pêşengiya xwe berdewam kirin,
- Ciwanan li hemberî pêşveçûnên siyasî yên rojane ji rewşa temaşevanekî pasîf derxistin û kirina aktorekî çalak,
- Ya herî girîng jî, ciwanan ber bi têkoşîna rêxistinkirî ya li ser xeta demokratîk û sosyalîst ve birin.
Girîngiya Pêşeng ji bo ciwanên Ewropayê çi ye?
Kovara Pêşeng, ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê amûrek e ji bo avakirina rêyek, îradeyek û nasnameyekê. Ev kovar pirsgirêkên pêşengiya ciwanan digire dest û li ser vê bingehê perspektîfêkî diafirîne. Ji ber ku êdî ne ciwantiyeke ne ku temaşe dike, pêşengî dike, guhertin û veguherînê diafirîne pêwîst e.
Awayê jiyana kesayetî ya ku Ewropa pêşkêş dike, ciwanan tenê dihêle û girêdanên wê yên civakî lawaz dike. Pêşeng li hemberî vê tenêtiyê û tarîtiyê, hemû qirêjiya pergalê derdixe holê û nexşerêya jiyana komînal datîne hole.
Pêşeng ji ciwanan re ne tenê “tu kî yî” nîşan dide, di heman demê de “divê tu civakê ke çawa ava bikî” jî nîşan dide. Bi perspektîfa civaka demokratîk, ew bi bîr tîne ku jiyaneke nû ya li ser bingeha kesên azad û têkiliyên wekhev gengaz e.
Ev kovar hem qada ramanê ye hem jî bangeke têkoşînê. Ew ne tenê agahdar dike, lê xwendevanên xwe dixe nav liv û tevgerê. Ji ber ku zanîn heta ku bi çalakiyê re neyê yekbûn, wateya xwe winda dike.
Îro ji bo ciwanên Kurd ên li Ewropayê metirsiya herî mezin jibîrkirin e, erkê herî mezin jî bîranîn e. Kovara Pêşeng, dibe dengê vê bîranînê. Bi pêşengiya jinên ciwan ciwantiyeke rêxistinkirî û bi hişmendî, wê bibe avakerê civakeke demokratîk. Me bi ciwantî destpêkir, em ê bi ciwantî serbikevin
