Hejmara yekem a Kovara Pêşeng derket. Versiyona yekem a kovarê bi zimanê Kurdî ye.
Armancên Pêşeng çi ne?
Armanca bingehîn a Kovara Pêşeng ew e ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji aliyê siyasî, çandî û birdozîk ve ji nû ve dest bigire. Ji ber ku nasname bi xweber nayê parastin; ew bi hişmendî, têkoşîn û rêxistiniyê tê jiyîn.
Di vê çarçoveyê de armancên kovarê ev in:
- Rakirina aloziya nasnameyê ya ku ciwanî tê re derbas dibe û li hemberî wê hişmendiyê pêşxistin,
- Ji nû ve vejandina ziman, çand û dîroka Kurd di nava ciwanan de,
- Li hemberî takekesiyê, çanda jiyana komînal û hevgirtinê xurt kirin,
- Fêmkirina civaka demokratîk di nava ciwanên de belav kirin û di hemû qadên jiyana civakî de pêşengiya xwe berdewam kirin,
- Ciwanan li hemberî pêşveçûnên siyasî yên rojane ji rewşa temaşevanekî pasîf derxistin û kirina aktorekî çalak,
- Ya herî girîng jî, ciwanan ber bi têkoşîna rêxistinkirî ya li ser xeta demokratîk û sosyalîst ve birin.
PDFya kovarê ku ji hêla Kolektîfa Kovara Pêşeng ve hatiye amadekirin li jêr e.
