Komîteya Çalakiyê ya Meşa Azadî û Demokrasiyê ragihand ku îro li ser platforma X (Twitter) xebateke hashtagê dê were destpêkirin. Komîteyê bang li hemû kesên ku ji meşê re piştgiriyê didin kir ku beşdarî xebatê bibin û peyama ku hatiye amadekirin belav bikin.

Xebata hashtagê dê bi parvekirina hesabê fermî yê @mesazadiye dest pê bike. Destpêka xebatê li gorî saeta Ewropayê di 20.00’an, li gorî saeta Amedê jî di 21.00’an de ye.

Komîteya Çalakiyê xwest ku peyama jêrîn were kopîkirin û bi hashtagên diyarkirî were parvekirin:

“Em ji bo Azadî û Demokrasiyê dimeşin. Em gavên pêşîn ên rêya hezar kîlometreyî diavêjin.”

#freedomöcalan #mesazadiye

Her wiha ji bo piştgiriya xebatê afîş hatin amadekirin. Kesên ku dixwazin beşdarî xebatê bibin, dikarin afîşan ji jêr daxînin û li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve bikin.