Hejmara yekem a Kovara Pêşeng derket. Versiyona yekem a kovarê bi zimanê Kurdî ye.

Armancên Pêşeng çi ne?

Armanca bingehîn a Kovara Pêşeng ew e ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji aliyê siyasî, çandî û birdozîk ve ji nû ve dest bigire. Ji ber ku nasname bi xweber nayê parastin; ew bi hişmendî, têkoşîn û rêxistiniyê tê jiyîn.

Di vê çarçoveyê de armancên kovarê ev in:

  • Rakirina aloziya nasnameyê ya ku ciwanî tê re derbas dibe û li hemberî wê hişmendiyê pêşxistin,
  • Ji nû ve vejandina ziman, çand û dîroka Kurd di nava ciwanan de,
  • Li hemberî takekesiyê, çanda jiyana komînal û hevgirtinê xurt kirin,
  • Fêmkirina civaka demokratîk di nava ciwanên de belav kirin û di hemû qadên jiyana civakî de pêşengiya xwe berdewam kirin,
  • Ciwanan li hemberî pêşveçûnên siyasî yên rojane ji rewşa temaşevanekî pasîf derxistin û kirina aktorekî çalak,
  • Ya herî girîng jî, ciwanan ber bi têkoşîna rêxistinkirî ya li ser xeta demokratîk û sosyalîst ve birin.

PDFya kovarê ku ji hêla Kolektîfa Kovara Pêşeng ve hatiye amadekirin li jêr e.