Piştî ku di 1’ê Gulanê de dest bi weşanê kir û hejmarên xwe yên Tirkî û Kurdî belav kir, kovara Peşeng îro li ser malpera www.rojmedia.com ji xwendevanan re hejmara xwe ya Almanî pêşkêş dike. Kovara ku bi şiara “Dengê Ciwanan û Têkoşînê” dest bi kar kir, di hejmara xwe ya Almanî de jî bi naverok û dîzayna xwe ya nûvekirî taybetmendiya xwe ya pêşkêşkirina perspektîfek çareseriyê ji bo pirsgirêkên ciwanên Kurd û enternasyonal ên li Ewropayê dijîn diparêze.
ÇARESERIYA ENTERNASYONAL JI BO KRÎZA GIHANÎ
Di daxuyaniya Kolektîfa Kovara Peşeng de hate gotin ku ji pêvajoya amadekirinê heta çap û belavkirina kovarê gelek ciwanên ji nasnameyên cuda bi awayekî kolektîf ked da. Herwiha hate diyarkirin ku helwesta enternasyonal û komunalîst a ku di şahsê kovarê de jî diyar dibe, di naveroka wê de wekî analîzek çareseriya alternatîf xwe nîşan dide.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev gotin hatin bikaranîn:
“Li dijî bilindbûna faşîzm û neteweperest a ku bûye krîzeke gerdûnî û xwe wekî Şerê Cîhanê yê Sêyem li pêşiya gelan derdixe, em ciwanên Kurd, Tirk û Alman ên li Ewropayê dijîn, bi heyecana gihandina kovara xwe ya ku berhema keda me ya kolektîf e ji xwendevanan re, bi rêya kovara xwe bang li hemû kesan dikin ku piştgirî û dayanîna enternasyonal mezin bikin. Em tekez dikin ku çareseriya vê krîza gerdûnî enternasyonalîzm e.”
MERIV ÇAWA GIHÎJE KOVARÊ?
Gihiştin li hejmara Almanî ya Kovara Peşeng bi rêya malpera fermî ya Roj Media pêk tê. Herwiha, nûvekirin û agahdariyên derbarê kovarê de dikarin bi rêya hesabên wê yên medyaya civakî jî werin şopandin.
Mail: kovarapeseng@icloud.com
İnstagram: kovarapeseng
Web: rojmedia.com
