Kovara Pêşeng, ku armanc dike bibe dengê ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi hejmara xwe ya Mijdarê û bi mijara sereke ya “Ji Dîrokê Heta Îro Ciwanên Kurd: Dîroka Kurdistanê û Rastiya Ewropayê” bi xwendevanên xwe re dibe yek. Kovara ku her sê mehan carekê tê weşandin, bi vê hejmarê gaveke girîng a din di jiyana xwe ya weşanê de diavêje û zimanên Îngilîzî û Soranî jî li zimanên xwe yên weşanê zêde dike. Bi vî awayî, Pêşeng dê ji niha pê ve bi pênc zimanan, Kurmancî, Tirkî, Almanî, Îngilîzî û Soranî were weşandin. Kovar bi dirûşmeya “Heke Ne Niha Be, Kengî? Heke Ne Tu Bî, Kî?” derket.
PDF’ên kovarê dê ji sibê ve li ser rûpela me bên weşandin.
Kovara Pêşeng, ku li ser jiyana fikrî, çandî û civakî ya ciwanên Kurd disekine, bi hejmara xwe ya Mijdarê armanc dike ku bîra dîrokî bi rastiya ku ciwanên îro dijîn re bîne cem hev. Kovar, guhertinên dîrokî û civakî yên ji Kurdistanê heta Ewropayê bi çavê ciwanan dinirxîne û dixwaze bi tecrubeyên rabirdûyê pirsgirêkên îro fam bike û li ser pêşerojê nîqaşên nû pêş bixe.
Têkiliya ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji dayik bûne û mezin bûne bi nasnameya xwe re ava dikin, nakokiyên ku ji Kurdistanîbûna bêyî dîtina Kurdistanê derdikevin, têgihiştinên jiyanê yên di navbera nifşan de diguherin û berpirsiyariyên civakî yên ciwanan mijarên bingehîn ên nîqaşên vê hejmarê pêk tînin.
Pêşeng Ji Niha Pê Ve Dê Bi Pênc Zimanan Were Weşandin
Kovara Pêşeng bi hejmara xwe ya Mijdarê xebatên xwe yên weşangeriyê berfirehtir dike û gaveke nû û girîng diavêje. Kovara ku berê bi Kurmancî, Tirkî û Almanî dihat weşandin, ji vê hejmarê pê ve bi Îngilîzî û Soranî jî bi xwendevanên xwe re dibe yek. Bi vî awayî, Pêşeng dê wek kovareke ciwanan a pirzimanî ku bi pênc zimanan tê weşandin, xebatên xwe bidomîne.
Bi vê gavê armanc ew e ku bigihîje girseyeke berfirehtir a ciwanên Kurd ên li welatên cuda yên Ewropayê dijîn û têkiliyên çandî û fikrî yên di navbera ciwanên Kurd ên ku bi zaravayên cuda diaxivin de xurt bike. Bi zêdekirina Îngilîzî li zimanên weşanê, tê armanc kirin ku rastiya dîrokî û civakî ya ciwanên Kurd bigihîje derdorên ciwanan ên navneteweyî û xwendevanên enternasyonalîst.
Pêşeng weşangeriya pirzimanî ne tenê wek amûreke gihîştina xwendevanên zêdetir, lê di heman demê de wek gaveke girîng ji bo zindîhiştina zaravayên cuda yên zimanê Kurdî, pêşxistina hilberîna çandî û avakirina zemîneke hevpar a nîqaşê di navbera ciwanan de dinirxîne.
Mîrata Dîrokî û Kevneşopiya Têkoşînê ya Ciwanên Kurd
Di hejmara Mijdarê de pêşketina dîrokî ya ciwanên Kurd di çarçoveyeke berfireh de tê nirxandin. Bi taybetî tevgerên ciwanên Kurd ên ji salên 1960’an û vir ve pêş ketine, lêgerînên nasname û azadiyê yên ciwanên zanîngehê, xebatên çandî û bandora tevgerên xwendekaran li ser guhertina civakî tên nirxandin.
Di serdemên cuda yên dîroka Kurdistanê de berpirsiyariyên ku ciwanan hilgirtine, rola wan di parastina ziman, çand û bîra civakî de û veguhastina tecrubeyên nifşên berê ji bo ciwanên îro tên nirxandin. Li gel vê yekê, cihê jinên ciwan ên Kurd di têkoşînên dîrokî de, pêşketina ramana azadiya jinê û rola pêşeng a jinên ciwan di veguherîna civakî de jî di nav mijarên girîng ên kovarê de ne.
Kovar tecrubeyên têkoşînên dîrokî ne tenê wek bûyerên ku di rabirdûyê de qewimîne dinirxîne, lê di heman demê de wan wek mîrateke girîng ji bo naskirina nasnameya xwe û têgihiştina berpirsiyariyên civakî yên ciwanên îro dibîne.
Nifşekî ku li Ewropayê Mezin Dibe: Nasname, Ziman û Hesta Aîdiyetê
Beşeke girîng a hejmara nû ji rastiya civakî û çandî ya ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn pê re rû bi rû dimînin re hatiye veqetandin. Veguherînên ku koçberiya bi zorê, bajarîbûn û şert û mercên jiyanê yên diguherin di civaka Kurd de afirandine, bi taybetî li ser bingeha jiyana nifşên ciwan tên lêkolînkirin.
Lêgerînên nasnameyê yên ciwanên ku li Ewropayê ji dayik bûne û mezin bûne, perwerdehiya xwe û jiyana xwe ya civakî li vir didomînin, lê rabirdûya malbatên wan û rehên wan ên çandî digihîjin Kurdistanê, tên nîqaşkirin. Ji pirsa “Tu ji ku derê yî?” dest pê dike û mijarên wek aîdiyet, biyanîbûna çandî, dûrxistina civakî û nakokiyên ku ji mezinbûna di navbera du rastiyên cuda yên jiyanê de derdikevin, tên nirxandin.
Pirsgirêka zimanê dayikê jî yek ji mijarên girîng ên vê hejmarê ye. Bandora kêmbûna bikaranîna zimanê Kurdî di navbera nifşan de li ser bîra çandî û nasnameyê tê nirxandin. Di heman demê de hewldanên ciwanên ku dixwazin zimanê xwe ji nû ve hîn bibin, muzîk, wêje û naverokên dîjîtal ên Kurdî diafirînin jî tên xuyakirin. Tê tekez kirin ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ye, lê di heman demê de hilgirê bîra dîrokî, hebûna çandî û têkoşîna civakî ye.
Modernîteya Kapîtalîst, Cîhana Dîjîtal û Şêweyên Nû yên Asîmîlasyonê
Di hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng de bandorên pergala jiyana kapîtalîst a li Ewropayê li ser ciwanan jî bi nêrîneke rexneyî tên nirxandin. Pergala perwerdehî û kar a li ser bingeha pêşbaziyê, têgihiştina jiyanê ya ku kariyer û serkeftina madî dixe navendê, çanda xerckirinê, takekesbûn û lawazbûna têkiliyên civakî di peywendiya bi jiyana rojane ya ciwanan re tên nîqaşkirin.
Bandorên cîhana dîjîtal li ser fikir, tevger û pêkhatina nasnameya ciwanan jî di rojeva kovarê de cih digirin. Algorîtmayên medyaya civakî, nasnameyên çêkirî yên di hawîrdora dîjîtal de tên afirandin û bandora xerckirina naverokên rûkî li ser hişmendiya dîrokî tên lêkolînkirin. Di heman demê de bal tê kişandin ser derfetên ku amûrên dîjîtal ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî pêşkêş dikin.
Di vê çarçoveyê de sînorên jiyandina nasnameya Kurdî tenê bi cil û bergên kevneşopî, muzîk, cejn an jî parvekirinên medyaya civakî tên nîqaşkirin. Tê tekez kirin ku çand ne tenê tiştekî ku tê nîşandan e, lê rastiyeke ku di ziman, fikir, têkiliyên civakî û jiyana rojane de her tim ji nû ve tê afirandin e.
Ji Rehan Ber Bi Pêşerojê Ve: Çawa Ciwanekî, Çawa Jiyanekê?
Hejmara Mijdarê ne tenê pirsgirêkên ku ciwan pê re rû bi rû dimînin derdixe holê, lê di heman demê de alternatîfên ku dikarin li hemberî van pirsgirêkan bên pêşxistin jî dixe ber nîqaşê. Li ser têgihiştineke ciwantiyê tê sekinandin ku dîroka xwe nas dike, zimanê xwe yê dayikê hîn dibe, bi nirxên xwe yên civakî re têkilî ava dike û li hemberî pirsgirêkên civaka ku tê de dijî berpirsiyarî hildigire.
Mijara vegera Kurdistanê ne tenê wek vegereke fîzîkî, lê di heman demê de li ser bingeha vegera mirov ber bi nasname, çand, nirxên civakî û heqîqeta xwe ya dîrokî ve tê nirxandin. Tê tekez kirin ku ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn dikarin li welatên ku lê dijîn jî ji bo civaka xwe kedê bidin û xebatên çandî û civakî pêş bixin.
Bi pêşniyarên şênber ên wek meclîsên ciwanan, perwerdehiya zimanê dayikê û dîrokê, rêxistinbûna xweser a jinên ciwan, xebatên huner, wêje, çapemenî û werzîşê, hilberîna kolektîf û xebatên piştgiriyê, derfetên jiyaneke azad, demokratîk û komunal tên nîqaşkirin.
Ji Pêşengê Ji Bo Ciwanan: Dîroka Xwe Nas Bike, Îroya Xwe Bipirse, Pêşeroja Xwe Ava Bike
Kovara Pêşeng bi hejmara xwe ya Mijdarê armanc dike ku di navbera mîrata dîrokî ya ciwanên Kurd û rastiya îroyîn a Ewropayê de têkiliyeke xurt ava bike. Kovar, ku bi destpêkirina weşana bi pênc zimanan girseya xwe ya xwendevanan berfirehtir dike, dixwaze di navbera ciwanên ku li welatên cuda dijîn û bi zimanên cuda diaxivin de qadeke hevpar a hevdîtina fikrî û çandî ava bike.
Kovar, dema ku pirsgirêkên nasname, ziman, çand û jiyana civakî yên ku ciwan pê re rû bi rû dimînin dinirxîne, di heman demê de potansiyela ciwanan a afirandina guhertin û veguherînê jî derdixe pêş.
Bi ramana “Ciwanên ku dîroka xwe nas dikin, îroya xwe dipirsin û ji bo pêşeroja xwe berpirsiyarî hildigirin, dikarin hem bibin pêşengên jiyana xwe hem jî yên civaka xwe” hatiye amadekirin. Hejmara nû ciwanan vedixwîne ku bi rabirdûya xwe re rû bi rû bimînin, rastiya xwe fam bikin û li ser pêşerojeke hevpar bifikirin.
