Hevserokê KCDK-E Engin Sever bi peyama xwe ya bi zimanê Kurdî, ji bo beşdarbûna Meşa Azadî û Demokrasiyê bang kir. Sever, ji 7 salî heta 70 salî, hemû kesên civakê vexwend ku beşdarî meşê bibin û bi rengekî xurt xwedî li vê çalakiyê derkevin.
Sever bal kişand ser girîngiya dîrokî û civakî ya meşê û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêbere Gelan Abdullah Öcalan ji pêşeroja azad a gelan nayê veqetandin. Wî destnîşan kir ku ev meş ji bo azadiya her kesî, azadiya Öcalan û azadiya Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e.
Engin Sever bang li ciwan, jin, malbat û kal û pîran kir ku cihê xwe di meşê de bigirin. Wî got ku divê daxwaza azadî û demokrasiyê bi îradeyeke hevpar û xurt bê mezin kirin. Sever di dawiya peyama xwe de hemû kes vexwend ku li dora Meşa Azadî û Demokrasiyê bibin yek û xwedî li çalakiyê derkevin.
Kombûn
- Dîrok: 3’ê Îlona 2026’an, Pêncşem
- Saet: 14.00
- Navnîşan: Vitalisstraße 308, 50829 Köln-Ehrenfeld
Meşa Azadî û Demokrasiyê
- Dîrok: 4’ê Îlona 2026’an, În
- Saet: 09.00
- Navnîşan: Bahnhofsvorplatz am Dom, 50667 Köln
34’emîn Festîvala Çanda Kurd
- Dîrok: 5’ê Îlona 2026’an, Şemî
- Saet: 10.00
- Navnîşan: Remydamm Victor-Toyka-Strasse, 44139 Dortmund
