Amadekariyên “Meşa Azadî û Demokrasiyê” ya ku wê li Almanyayê bê lidarxistin, didomin. Komîteya amadekariyê bi vîdyoyekê bang li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê kir ku 3’ê Îlonê li Kölnê werin ba hev û 4’ê Îlonê beşdarî meşê bibin.

Di daxuyaniya bi vîdyo ya ku li ser hesabên dîjîtal ên ciwanên Kurdistanî hate weşandin de, hate destnîşankirin ku Kurdistan û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê ciwan ne tenê temaşevanên pêşketinan bin, lê belê bibin hêza bingehîn a ku pêşengiya guhertina civakî dike.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Öcalan ku azadiya jinê wekî bingeha azadiya civakî û ciwanan jî wekî hêza pêşeng a guhertinê dibîne. Hat destnîşankirin ku divê ciwan bi pêşengiya jinan, aştî, civaka demokratîk û jiyana azad bi rêxistin bikin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser girîngiya têkiliyeke bihêztir a ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê bi nasnameya xwe re. Ji ciwanan hate xwestin ku rola xwe ya pêşengiyê mezintir bikin û xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin. Her wiha hate ragihandin ku yek ji daxwazên bingehîn ên meşê azadiya fizîkî ya Abdullah Öcalan e.

Ciwan 3’ê Îlonê de Têne ba Hev

Di çarçoveya bernameyê de ciwan wê roja Pêncşemê, 3’ê Îlona 2026’an, saet di 14.00’an de li Vitalisstraße 308, li navçeya Ehrenfeld a Kölnê werin ba hev. Tê payîn ku li vir amadekariyên dawî yên meşê bên kirin û beşdar tev li bernameya hevpar bibin.

“Meşa Azadî û Demokrasiyê” wê roja Înê, 4’ê Îlona 2026’an, saet di 09.00’an de li Bahnhofsvorplatz am Dom, li ber Katedrala Kölnê dest pê bike. Komîteya amadekariyê bang li gelê Kurdistanî yê li Almanya û Ewropayê, bi taybetî jî jin û ciwanan kir ku beşdarî meşê bibin.

Bangawaziya dîmenkî, bi sloganên ‘’Bijî Berxwedana Ciwanan!’’ û ‘’Jin, Jiyan, Azadî!’’ xilazbu.

Piştî Meşê Wê Beşdarî Festîvala Li Dortmundê Bibin

Piştî meşa li Kölnê, ciwan wê roja Şemiyê, 5’ê Îlona 2026’an, beşdarî 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a li Dortmundê bibin. Bi vî rengî bernameya sê rojan wê piştî civîn û xebatên amadekariyê, bi meşa li Kölnê û beşdarbûna festîvala li Dortmundê bi dawî bibe.

Kombûn

  • Dîrok: 3’ê Îlona 2026’an, Pêncşem
  • Saet: 14.00
  • Navnîşan: Vitalisstraße 308, 50829 Köln-Ehrenfeld

Meşa Azadî û Demokrasiyê

  • Dîrok: 4’ê Îlona 2026’an, În
  • Saet: 09.00
  • Navnîşan: Bahnhofsvorplatz am Dom, 50667 Köln

34’emîn Festîvala Çanda Kurd

  • Dîrok: 5’ê Îlona 2026’an, Şemî
  • Saet: 10.00
  • Navnîşan: Remydamm Victor-Toyka-Strasse, 44139 Dortmund