Kovara Pêşeng, armanc dike ku bibe dengê birdozîk, siyasî û çandî yê ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn, ji 1’ê Gulanê ve dest bi weşanê kir. Kovar, bi slogana “Dengê Ciwanan û Têkoşîn e’’ yê rê ketî, armanc dike ku tevkariyê bike lêgerînên nasname, çand û rêxistinbûna ciwanên Kurd yên li Ewropayê.

Kovara Pêşeng dê di bin çavdêriya xebatên Roj Media de, ku ji aliyê ciwanên Kurd ên li Ewropayê ve tê birêvebirin, were weşandin. Kovar dê her sê mehê carekê dijital wê were wêşandin. Di destpêkê de, dê bi sê zimanan—Kurmancî, Almanî û Tirkî—bi xwendevanan re were parvekirin. Di pêvajoya pêşerojê de jî, li gorî hewcedariyan, tê plan kirin ku bi zimanên din jî were weşandin.

Kovar, ku ji aliyê Kolektîfa Pêşeng ve hatî amadekirin, balê dikişîne ser pirsgirêkên nasname, aîdiyet û rêxistinbûnê yên ciwanên Kurd ên li Ewropayê, yên ku an li wir hatine dinyayê an jî ji ber siyaseta koçberiyê li wir dijîn. Armanca kovarê ew e ku ji bo ku ciwan bi çanda xwe û nirxên civakî re girêdanek bi xurtî ava bikin, bingehê ideolojîk û çandî ava bike.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê kolektîfê ve hat dayîn, hate gotin ku ciwanên Kurd yên li Ewropayê bi sedema pêşketinên siyasî yên dawî hewcedariya rêxistinbûnek hêzdartir hene û ev gotin hatin zêdekirin:
“Armanca bingehîn a Pêşeng ew e ku xebatên me yên li Ewropayê zêdetir were fam kirin û tevkariyê bike ku ciwan li ser bingehek rast werin rêxistinkirin.”

Mijarên Hejmara Yekem

Mijara sereke ya hejmara yekem ji nûve avakirina tekoşîna nasnameyê ciwanan û perspektîfa rêxistinbûnê pêk tê. Di kovarê de; nirxandinên konferansa ciwanan, nivîsên li ser çand û ziman, nîqaşên siyasîbûnê, hevpeyivîn, têkiliyên navbera muzîk û berxwedanê û gelek mijarên din hene.

Hin Sernavên Girîng ên di Hejmara Yekem de:

  • Nirxandinên konferansa “Komîn Bibe, Azad Bibe” ku li ser nûve avakirina ciwanên Ewropayê ye,
  • Pirsgirêkên ciwanên Kurd ên ku li Ewropayê di navbera du nasnameyan de mezin dibin,
  • Parastina zimanê Kurdî û hişmendiya zimanê ciwanan,
  • Wateya civakî ya siyasîbûnê,
  • Siyasetên asîmîlasyonê li Ewropayê û lêgerîna azadiyê,
  • Têkiliya navbera muzîka Kurdî, bîra çandî û berxwedanê,
  • Hevpeyivînên ji konferansa ciwanan,
  • Beşa têgîn û teoriyan û nîqaşên entegrasyonê,
  • Pêşniyarên fîlm û pirtûkan;

Dîzayn û Rêça Weşanê ya Nû

Kovarê Pêşeng, ne tenê di naverokê de, lê di warê dîzaynê de jî nêzîkatiyek nû dipejirîne. Kolektîfa kovarê diyar kir ku pêşniyar û rexneyên xwendevanan ji bo pêvajoya weşanê pir girîng in û armanc dikin ku xebatên xwe bi rêyek kolektîf pêşve bibin.

Dîroka Weşanê

Hejmara yekem ya Kurdî ya kovarê dê di 1’ê Gulanê de, yên Almanî û Tirkî jî di hefteya yekem a Gulanê de werin weşandin. Kolektîfa Pêşeng bang li hemû ciwanan dike ku li dora kovarê bibin yek, bifikirin, nîqaş bikin û xwe rêxistin bikin.

PDF’a kovarê jî dê sibê (2’ê Gulanê) li ser malpera Roj Media were parvekirin.

Ji bo Têkilîyê
Mail: kovarapeseng@icloud.com
Instagram: kovarapeseng